Ameleyê Şoreşê

  • Me sala 1981’ê li bajarê Kolnê dest bi greva birçîbûnê kiribû li dijî cezayê bidarvekirinê. Helbestvanê mezin Cegerxwîn jî hat wê çalakiyê. Wê rojê Şivan strana “Kîne Em” got. Dema ku wî digot, "Em in proleter", min digot, "Em in amele". Şivan got, "Bila navê te Amele be." Ew nav ma. 

FIRAZ BARAN

 

Hunermend Amele, amaleyê şoreşê ye. Ew ji sala 1979’an hetanî îro di nav xebatên hunerî de ye. Bû wênesazê şoreşê û mamosteyê dîlanên gelêrî. Wî wenêyen bi hezaran şehîdan danî ser tabloyan. Bi dehan salan mamosteyên govendê perwerde kirin. Lê herî zêde jî ew bû lîstikvan û nivîskarê şanoyê. Amele bi sedan şano nivîsandin û ev 44 sal in ku ew li ser dikê şanoyê dike. Em bi ameleyê şoreşê, Amele re peyivîn. Me ne tenê behsa huner kir, serpêhatiya wî jî gelek balkêş e.

 

Mamoste tu ji ku derê yî?

Ez sala 1958’an li gundê Mele Cabil ê Bismilê hatime dinê. 50 malên gund hebûn. Misilman û Êzîdî bi hev re dijiyan. Zêdeyî nîvê wan Êzîdî bûn. Gundê me 10 kîlometre dûrî Bismilê ye û li kêleka Çemê Ambarê ye. Rêya trênê jî hebû. Dema ku em ji Amedê dihatin, trên li wir hêdî diçû û me xwe diavêt jêr. Ji ber ku rawestan tine bû.

 

Li derdora Amedê çend gundên Êzîdiyan hene?

Li Amed û derdora wê 365 gundên Êzîdiyan hebûn. Koçek ji Şengalê dihatin û li gundan Tawus digerandin. Her roj diçûn gundekî. Dema ku sal bi dawî dibû, vedigerîn heman gundî. Lê niha? Li Amedê tenê malbatek heye. Ew jî li gundê me ye. Êzîdiyên heremê hemû hatin Elmanyayê. Îro hin mirovên me nikarin gorên xwe jî bibin gundên xwe. Mesela mamê min mir. Gundiyan nexwest ku em cenazeyên xwe bibin gund. Wekîlên me çûn û gundî îqna kirin. Êdî tehemûlê mirinê jî nemaye. Cerdevanan jî gorên me xera kirin. Hejmara Êzîdiyên Bakurê Kurdistanê li Elmanyayê niha qederê 300 hezarî ye. Hatina nifşê yekem, 50 sal temam kiriye. Kurdistan ava bibe jî, veger zehmet e.

 

Tu çima û kengî ji gund derketî?

Di sala 1965´an de li Çaya Ambarê mamê min serjê kirin. Ji ber ku Êzîdî bû wisa lê kirin. Diçe Amedê... Rêya wî digirin û dibêjin, “Şehadetê bîne”.  Ew jî dibêje, “Ez Êzîdî me”.  Wî dikujin. Kûçikê wî pê re bû. Kûçik hat gund, mamê min nehat. Me xwarina kûçik dayê, ew yekser vegeriya. Derket holê ku, ew diçe û li benda cenazeyê mamê min dimîne. Dûre em bi dû kûçik ketin û me cenaze dît. Yên ku vî karî dikin ji ber bûyereke din dikevin girtîgehê. Di girtîgehê de diaxivin. Dibêjin, "Me Êzîdiyek bi vî awayî kuşt, şehadet neanî." Em ji wir dizanin. Li girtîgehê naskirinên me hebûn. Wan xeber şand û got, "Yên ku kuştin, ev in." Piştî vê bûyerê yek mamê min ji leşkeriyê reviya û tevî malbata xwe çû Rojava. Bavê min çû Êlihê û apên min çûn Wêranşarê. Hin mamên min paşnavên xwe guhertin. Niha paşnavê her mamê min cuda ye. Gund hemûyî bi me re koç kir. Li wî gundî êdî ti Êzîdî nema.

 

Tu kengî hatî Elmanyayê?

Pêşî bavê min wek karker hat Elmanyayê. Min dibistana amadeyî li Bişêriyê qedand. Paşê min Dibistana Mamosteyan a Mêrsînê qezenc kir. Êz çûme Mersînê. Piştî du mehan bavê min hat û got, "Te dikin Misilman."  Ez anîm Elmanyayê. Salên 1972-1973´yan bû. 50 sal in ez li Elmanyayê me.

Ê destê çepê  di rêza sisiyan de Amele ye

Li pişt navê Amele çîrokek çawa heye?

Ez cara yekem sala 1976’an li Hannoverê derketim ser dikê. Şivan konserek dabû. Dema ku wî stran digotin, min pandomîmek kir. Navê min jî Şivan li min kir. Me sala 1981’ê li bajarê Kolnê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Dozger di doza Amedê de ji bo hevalan cezayê bidarvekirinê xwestibû. Me ev daxwaz protesto dikir. Helbestvanê mezin Cegerxwîn jî hat wê çalakiyê û piştgirî da me. Wê rojê Şivan strana “Kîne Em” got. Dema ku wî digot, "Em in proleter", min digot, "Em in amele". Ji ber ku zêdetir li Kurdistanê amele hebûn. Şivan got, "Bila navê te Amele be." Ew nav ma.

 

Mamoste ez dizanim, tu li Elmanyayê hatî girtin û sal û nîvê li zindanê hatî ragirtin. Tu dikarî qala wê demê bikî. Sedem çi bû?

Hêzên dewleta Elman, di sala 1986’an de avahiya Hunerkomê dorpeç kirin. Avahî li bajarê Dusseldorfê bû. Saet sisiyê şevê bû. Helîkopter, leşker û tîmên taybet hatin. Şehîd Çiya, Muharrem Aral, Seyîdxan û ez li wir bûn. Gotin, "Ev der depoya çekan e." Me ji bo lîstîkên şanoyê çekên sexte çêdikirin. Ew çêk dîtin. Rojnameya Bildê bi me re hevpeyvîn kir û li ser bûyerê nûçe belav kir.

Di Doza Dusseldorfê de jî ez hatim dadgehkirin [1989]. Di îdîanameya min de wisa nivîsandin: “Bi rêya şanoyê gel teşwîqî serhildanê dike.” Di sala 1989’an de hatim girtin û sal û nîvê di girtîgehê de mam. Ez bi kefaleta 50 hezar Markî ji girtîgehê derketim. Ji ber ku malbata min li vir bû, gotin, “Rewşa revê tine ye.” Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku bi şertê kontrola edlî bêm berdan. Ger me kefalet nedaya, ez ê 3 sal û 6 mehan di girtîgehê de bimama. Lê min rojên mayî her hefte bi îmzekirinê derbas kirin. Ez bi xala 129’ê hatim darizandin. Loma jî dema ez di girtîgehê de bûm, min li ser xala 129’ê wêneyek çêkir. Hevalan ew wêne kir pankart û li her derê belav kirin. Min 129 bi çingalekî daleqand. Nexşeya Kurdistanê jî çêkir û navê hevalên ku dihatin darizandin nivîsandin. Di wê demê de ew wêne di çalakiyan de hat rakirin.

 

Mamoste di salên 80’î wêneyên te jî pir bi tesîr bûn...

Spas. Ji bo xemilandina sehnê min wêneyên mezin xêz dikirin. Dîsa wêneyên hevalên şehîd jî. Me wêneyên şehîdan li seranserê salonê daleqandin. Rast e, min gelek wêne xêz kirine. Ne kêm, 43 sal in ez xêz dikim.

 

Projeya Gundê Kurda jî xebateke girîng e. Vê projeyê kengî dest pê kir û bi çi awayî bi pêş ket?

Me di 15’ê Tebaxa 1997’an de ji bo danasîna Kurdistanê li bajarê Dusseldorfê yê Elmanyayê gundekî Kurdan ava kir. Li gund sê konên reş hebûn. Me kon bi emelên destan xemilandin. Me maketên Qesra Îshak Paşa, Heskîf û Nemrûdê çêkirin. Elaqeyeke mezin çêbû. Paşê me gundê xwe li bajarên cuda yên Elmanyayê gerand. Her cihê ku em diçûnê, hefteyekê, carinan deh rojan em man. Bi sed hezaran Kurd û Elman hatin serdanê. Piştî wê, me her sal li cihên cuda avakirina gund dewam kir. Min her sal bi çêkirina modelên cuda, gund bi pêş xist. Weke mînak niha ez ji bo 100 saliya Lozanê, alaveke taybet amade dikim.

 

Îro li Gundê Kurda çi heye?

Konê reş heye. Ez kon bi xalîçe û xemlên destan dixemilînim. Dîsa model hene, cil û bergên Kurdî li xwe kirine. Her wiha dergûş, Kaniya Yado, destar, cirnî, tenûr, teşî, tevn, peykerên Nemrûdê, Sûra Amedê, Minareya Çar Ling (Min piştî şehadeta Tahir Elçi çêkir), Gobeklî Tepe, Laliş, Dêra Dayîka Meryem a Amedê, Pira Mala Badê, Zebeşê Amedê, Heskîf, Qesra Îshak Paşa hene. Min hespê Roboskiyê jî çekiriye. Ji bilî wan Pîr Sultan Abdal, Bave Dizgûn û semazen hene.

Ev 27 sal in Gundê Kurda dewam dike. Min Gundê Kurda li bajarên Elmanyayê hemûyan, her wiha li Swîsre, Danîmarka, Belçîka, Holanda û Fransayê vekir. Mînak em diçin Parîsê... Em gund ava dikin û 10 rojan li wir dimînin. Xelk tê serdanê. Carinan em tenê rojekê vedikin. Mînak festîvala Dêrsimê heye. Çawa ku rojekê dom dike em rojekê li wir dimînin.

 

Amele li ser sehnê şanogerî dike

Li Ewrûpayê Şanoya Kurdî

 

Li Ewrûpayê, hunermendên Hunerkomê şanoya Kurdî bi pêş xistin. Bi taybetî jî Amele û Muharrem Aral... Mînak, Amele zêdetirî sed senaryoyî nivîsandine. Her yek ji van lîstikan jî saetek heta saetek û nîvê dewam dike. Dîsa, herî zêde Amele li ser dike şano kiriye.

Hunermendên Hunerkomê şanoyên xwe şevên Newrozê, şahiyên 15’ê Tebaxê û 27’ê Mijdarê peşkeşî gel dikirin.

Hunermend Xemgîn Bîrhat zanîngeh li Elmanyayê qedand û doktoraya xwe li ser muzîka Kurdî nivîsand. Ew di doktoraya xwe de bandora şanoyê wiha tîne ziman: "Di şevan de stranbêj konseran didin. Dansên gelêrî têne kirin. Şano tê lîstin. Hin şevan 15 hezar kes beşdar dibin. Temaşevan herî zêde li şanoyê temaşe dikin."

Xemgîn Bîrhat ji xelkê dipirse: "Çima hûn tên şevê?" Ji sedî 80´yî gotiye, "Hatine şevê erkek neteweyî ye. Di nav bernameya şevê jî em herî zêde ji bo temaşekirina şanoyê hatine."

Min ji gelek welatparezan jî bihîstiye... Şanoyên di navbera 1980 û 2000’î de tesîreke mezin li ser xelkê hiştiye. Dibêjin, "Dema ku em diçûn şevê, me digot, gelo vê carê mijar çi ye?" Di vê hevpeyvînê de şano cîhekî taybet girt. Me li ser vê mijarê ev pirs ji mamoste Amele kirin:

 

Di şanoya hingê de senarîst û lîstîkvan kî bûn?

Di navbera salên 1980 û 1990’î de hevalê Muharrem Aral şano dinivîsandin. Ew mamosteyê min e jî. Salên 90’î çû Kurdistanê. Piştî 90’î min nivîsandin. Dibe ku herî zêde ez li ser dikê bûm. Lê mirov dikare bibêje, hevalên Hunerkomê hemû bûne lîstikvanên şanoyê. Şehîd Mizgîn, Seyîdxan, Şemdîn, Zozan, Xelîl Xemgîn, Diyar û hevalên din.

Mamoste te çend senaryo nivîsandin?

Min li ser sedî şano nivîsandin. Ger tu skeçên piçûk jî yên 5, 10 û 20 deqe hesab bikî… Min nêzî hezar skeçî jî nivîsandine. Skeç bi taybetî ji bo Med TV´yê me çêdikirin.

 

We li Med TV’yê çi kir? Di koma we de kî hebû?

Med TV di sala 1995’an de hat vekirin. Destpêkê min bernameyên zarokan û showê amade kirin. Paşê me tenê skeç çêkirin. Em di komê de pênc kes bûn. Ez, Remo Can, Gulperî, Şîrîn û Sîrac. 250 kes jî di nav çar salan de wek fîgûran lîstin.

Me bi navê Karê Bêkaran rol dikir. Em tevlî bernameyên cuda dibûn û me lîstikên 5 deqeyî peşkeş dikirin. Em bi pirsgirêkên rojane re mijûl dibûn. Skeçên me pirr populer bûn. 25 sal derbas bûne. Dîsa jî hin welatparezên me dema ku min dibînin, dibêjin "Tu çima li televîzyonê şanoyê nakî?” Ez ji vî aliyî ve kêfxweş im... Şano û skeçên min mirov bi welat ve girê didan û birêxistin dikirin.

 

Mamoste, tu dikarî qala tesîra şanoyê di şevên salên 1980 û 1990’î de bikî?

Di şevên berê de xelkê bi elaqeyeke mezin li şanoyê temaşe dikir. Saetek û nîvê dewam dikirin. Lê bi baldarî temaşe dikirin. Şevên me li salonan çêdibûn. Lê dema ku şanoyê dest pê dikir, hezaran kes bêdeng dibûn. Berê televizyon û înternet tinebû. Me bûyerên li Kurdistanê bi şanoyê dianîn ziman. Li cihê bi coş de dengê tîlîlî û sloganan kem nedibû. Cih hebû, bi xemgînî hestir dibarandin. Û dema ku karakter polês, cerdevan yan jî leşker bûn, pereyên hesinî diavêtin ser dike. Hêrsa xwe wisa derdixistin. Ji ber vê sedemê, lîstikên ku em di wan de bi sivikî birîndar bûne jî hene.

 

We di lîstikên xwe de cih da kîjan karakteran?

Karakterê ku min rola wî nekiriye û min nenivîsandiye tineye. Li ser dike ez bûme cerdevan, dijmin, ajan, şoreşger, welatparêz, barbar, axa, cotkar û wekî din. Ez bûme psîkolog, zanyar, kesekî pirr diaxive, esrarkêş, dînik... Dîsa ez bûme kesekî di bin êşkenceyê de jî.

Heta sala 1990’î heval Muharrem Aral dinivîsand. Heta wê demê ez listîkvan bûm. Piştî salên 90’î min him nivîsand, him jî rejîsorî dikir. Her wiha dekora şanoyê jî min amade dikir.

Me lîstikên xwe li ser kasetên VHSê qeyd dikirin. Li Ewrûpa, Rojava, Başûr û Bakûr me belav dikirin. Hevalekî gerîla gotibû, "Em diçûn gundekî û gundî kom hemû dibûn. Me di malekê de li şanoyê temaşe dikir."

 

Te bi salan li ser berxwedana zindana Amedê, gerîla û serhildanên gel şano nivîsandin û di wan de te rol kir. Te qet li hawîrdora gerîla, şano kiriye?

Ez di sala 1988’an de çûme Lubnanê. Salekê li Akademiya Mahsum Korkmaz mam. Wê demê her du hefteyan carekê şevên moralê hebûn. Min her car lîstikeke cuda ya şanoyê amade dikir. Serokatî [Abdullah Ocalan] pirr dikeniya. Hevalan digot, "Cara yekem e ku em 32 diranên Serokatiyê dibînin." Rojekê tiştekî wiha qewimî. Lîstik qediya û Serokatî 3 saetan şeva moralê analîz kir. Paşê di bin navê "Moral çi ye?" de ev analîz hat weşandin. Serokatiyê ji her bûyerê encamek derdixist.

 

Êzîdiyên Ermenistanê

 

 

Amele sala 2001’ê diçe Ermenîstanê. Salekê li wir dimîne. Pirraniya Kurdên Ermenistanê Êzîdî ne. Ew,  Ezîdiyên li wir wiha rave dike: "Ermenistan ji bo min ezmûneke balkêş bû. Hema bibêje Kurdên li wir hemû Êzîdî ne. Ji Qers, Wan û Dîlokê çûyîne. Xizmên wan li Bakur mane. Yên li Ermenistanê Êzîdî dimînin, yên li Bakur dibin Misilman.

Hema bêje piraniya Êzîdiyên Ermenistanê mezûnên zanîngehê ne. Profesor, endezyar, mamoste, general gelek in. Hemûyan bi kêmanî bi sê zimanan dizanî. Bi Kurdî, Ermenîkî û Rûsî diaxivin, dixwînin û dinivîsînin.

Mafê wan heye ku li dibistanê fêrî xwendin û nivîsandina bi Kurdî bibin. Li zanîngehê Kursiya Kurdolojiyê jî heye. Ez çûm Radyoya Êrîvanê. Hemû xebatkarên li wir Êzîdî bûn. Ez çûm rojnameya Riya Teze jî. Wan bi min re hevpeyvînek kir. Ji aliyê hunerî ve jî herêmeke pirr dewlemend e. Min lîstikvanên şanoyê, hunermendên baletê û dengbêjên me nas kirin. Helbet min Apê Karapet (ê Xaço) jî nas kir."

 

Ji destpêka Mîhrîcanê ve

 

Li Ewrûpayê Mîhrîcana Govend û Muzîka Kurdî cara yekê 1987’an de hate lidarxistin û hetanî îro didome. Yek ji mezintirîn kedkarê vê xebatê Amele ye.

Salên 1987’an hetanî îro nêzî 300 komên reqs û govendên gelerî ava bûn. Van komên dîlanên gelêrî, çîrokên wan û cil û bergên herêmên cuda berhev û pêşkeşî gel kirin. Amele 20 salan mamosteyê govendê bû û bi sedan xwendekar û mamoste perwerde kirin.

Di salên 1990´î de li Ewrûpayê 250 komeleyên Kurdan hebûn. Em dikarin bibêjin ku her komel xwedî komeke muzîk û govendê bû. Bi rêya van koman bi hezaran ciwan hînî çanda Kurdî bûn. Ango rê li ber asîmîlasyonê girtin. Bû sedem ku ciwan bibin xwedî hişmendiya neteweyî. Gelek endamên van koman tevlî gerîla bûne. Mînak şehîdên weke Binevş Agal, Sîpan Ozden (Kurê Zekî Şengalî), Engîn Sîncer û Kasim Engîn di nava komên govendê de cih girtin.

Komên muzîkê jî bi sedan stran diyarî muzîka Kurd kirin. Gelek koman kaset û CD derxistin. Komên muzîk û govendê beşdarî meş, mîtîng, Newroz, û şahiyên 15’ê Tebaxê û 27’ê Mijdarê yên li derdora bajarê xwe bûn û barê Hunerkomê kêm kirin.

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.