Karetebazên keç ên Başûr beşdarî olîmpiyadên li Îranê dibin

Koma keçên sporvan ji beşa karetebaziyê ya Taxima Werzîşê ya Pêşmerge ya li bajarê Silêmaniyê, wê li gel 20 welatan beşdarî olîmpiyadên li Îranê bibe.

14 Şubat 2018 Çarşamba | Kurdî

SEMÎRA ŞEHABÎ / ROJNEWS / SILÊMANÎ

Koma keçên sporvan ji beşa karetebaziyê ya Taxima Werzîşê ya Pêşmerge ya li bajarê Silêmaniyê, wê li gel 20 welatan beşdarî olîmpiyadên li Îranê bibe.

Yekîtiya Karetebazên Îranî ji bo olîmpiyatên 1’ê Adarê ku biryar e li bajarên Kerec û Tehranê pêk werin, li gel 20 welatên din, Kurd jî vexwendin.

Lîstikvan Avesta Salar temenê xwe 16 salî ye, û ev du sal in ku dest bi kareteyê kiriye û niha jî di qonaxa bipêşketinê de ye.

Ev Taxima Werzîşê sala 1999’an li bajarê Silêmaniyê hatiye damezrandin. Gelek cûreyên sporê yên weke futbol, voleybol, basketbol, karete dihewîne.  


110

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA