‘Berpirsê rewşê Barzanî ye’

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî got, ji rewşa Başûrê Kurdistanê berpirsê sereke Serokê Giştî yê PDK’ê (Partiya Demokratîk a Kurdistanê) Mesûd Barzanî ye.

10 Kasım 2017 Cuma | Kurdî

Serokê Giştî yê Tevgera Goran Omer Seyîd Elî got, ji rewşa Başûrê Kurdistanê berpirsê sereke Serokê Giştî yê PDK’ê (Partiya Demokratîk a Kurdistanê) Mesûd Barzanî ye.

Omer Seyîd Elî ji qenaleke televizyonê ya nêzî partiya xwe re axivî û got, "Ev şikestina mezin dişibe şikestina 1975'an. Encama desthilatdariya 25 salan a PDK-YNK'ê ye."

Serokê Goranê dest nîşan kir ku bûyerên qewîmî giran in û got: “Evrewş encama wê referandûmê ye ku PDK-YNK'ê ji bo armancên xwe yên siyasî bi kar aniye. Di encamê de 50 ji 100'î xaka Herêma Kurdistanê bi dest hikumeta Federal ve hatiye hiştin." 

Elî diyar kir ku çareserî bi Hikumeta Rizgariya Neteweyî dikare pêk were û got: “Heke ev pêk neyê Goran wê guh bide dengê gel.” 


NAVENDA NÛÇEYAN


153

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA