18 Haziran 2013 Salı
 
Ana Sayfa Kurdî
12 Ocak 2012 Perşembe

Ji bo malbatên þehîd û wundayan bang

Saziya Malbatên Þehîd û Wundayan ku beriya du salan hate avakirin xabatên xwe bê navber didomîne.

 Li ser navê saziyê bi daxuyaniyeke nivîskî bang li endaman hate kirin ku ji bo di pêvajoya pêþ de xabat werin xurtkirin têkiliyeke têkuz pêwist e. Saziyê hejmara telefonê û navnîþana mailê weþand û ji endamên saziyê û malbatê þehîd û wendayan xwest ku bi danîna têkiliyên xurt re beþdarî meþandina kar û barê saziyê bibin.
Daxuyaniya Saziya Malbatên Þehîd û Wundayan a têkildarî xabatên tên meþandin û pêjoja pêþ de wiha ye: " Malbatên dilovan, kezebþewêt û birûmet,
Mîna hun agehdar in berî bi du salan li Elmanya, li bajarê Dortmundê, di konferanseke fireh de, Saziya Malbatên Þehîd û Windayan hate damezrandin.
Sala piþtre ev gava yekemîn û damezrêner bi konferanseke duhem li Bonê hinekî din hate bipêþ xistin û çespandin. Di van herdû salên buhurî de xebatên hatin programkirin bi temamî nehatibin cîh jî belê rêveberiyên di van herdû konferansan de hatin hilbijartin bi hinek kar rabûn, ku mirov dikare li serê wan amadekirina destûr û rêbazê saziyê, hewla fermîkirina saziyê, qeydkirina li Noterê, pêdekirina cîh û Hwd. binav bike.
Di vê dema li pey me de ma, em bi nisbeta tê xwestin ji serlêdan û pirsên ji aliyê xizim û merevên malbat û windayan hatin re nebûn bersiv.
Li hinek welatan di serî de wek Siwîsre, Siwêd û Holenda xebat çêbûn. Bi taybetî Siwîsre û Siwêd konferansên xwe li dar xistin û rêveberiyên xwe hilijartin, xebatên wan dewam dikin.
Li aliyê din, ji bo girtina arþîvekê hewil çêbûn, niha di vê arþîvê de li ser asta Ewropa û di dereceya yekem de li ser asta Almanya hejmarek nav û navnîþan, telefonên malbatan, hejmarek kesên malbat li rewþa wan dipirsin, rewþa wan meraq dikin, dixwazin bizanibin kom bûye.
Ji bo xebat birêkûpêktir birêve biçe, têkiliya di nav saziyê û malbatên Þehîd û Windayan de tekûztir û biserûbertir bê cîh em li jêr telefon û emaila saziyê ji raya giþtî re radighînin:

E-maila saziyê: sehid_rumetemene@hotmail.com
Telefon: 0049 176 34 91 29 22


 KOLN



188


YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA

Yazý Boyutu:12 14 16 18