Jiyana Manî pêxember 2

kamransimo@hotmail.com | 15 Temmuz 2017 Cumartesi

KAMRAN SÝMO HEDÝLÎ

Manî di bîst û çar saliya xwe de ji nav wargehê Menakade derdikeve û prensîpên ola xwe ji gel re dibêje. 

Zerdeþt, bingeha felsefa xwe li ser ramana baþ, peyva baþ û karê baþ“ danîbû. 

Buda jî baweriya xwe li ser prensîpên exlaqê nefsa xwe terbiyekirin, rastî, aqil, xwe bi xwe ronîkirin û bi vîn xwe ji xirabiyan dûrgirtinê avakiribû. 

Îsa jî, li dijî bê exlaqiya Roma û oldarên sexte bingehê ola xwe li ser exlaqê paqij û aramiya mirovahiyê avakiribû. 

Manî jî bingeha ola xwe li ser esasê bi qenciyê li dijî xirabiyê derketinê ava dike. Serdema Manî derketî, serdemek e ku mirovahî di nav þerên ol û împaratoran de ber bi xerabiyê ve diçû. Împaratorên ku dixwestin cîhanê bikin bin destê xwe û oldarên di bin fermana împaratoran de ev þer gurr û geþ dikir. 

Li aliyekî împaratoriya Roma û li aliyê din Împaratoriya Sasanî þerê bêdilovan li dijî hev dikirin. Bi taybet êþa þer li ser axa ku Manî ji dayik bûyî, xwe dida nîþandan. Ji rojhilat ve Sasaniyan êrîþ dikir, ji rojava ve Romayê êrîþ dikir. Þer carinan li rojhilatê çemê Firat û carinan jî li rojavayê Firatê dibûn. Yên di bin piyan de diperçiqîn, gelên herêmê bûn. Di nav van mercan de Manî weke pêxemberekî nû derdikeve nav meydana pêxemberan û ola xwe beyan dike. 

Di 20´ê Adara 242´an de li bajarê GundîÞapûr, di roja ku Þapûrê yekem diçe ser textê Þahîþahiyê û ji çar terefên Împaratoriyê mirov ji bona rêûresmê hatibûn wir, ola xwe beyan dike. 

Manî cara pêþî bi ser nakeve û mecbûrî koçberiyê dibe. Ew jî weke gelek pêxemberan, di dema destpêkê de li welatê xwe bi ser nakeve û ji welatê xwe derdikeve. Li bakurê rojavayê Hîndistanê û gelek welatên din digere. 

Di van salan de, li gelek welatan baweriya ola xwe belav dike. Li welatên ku li wan geriyaye komên Manîyî saz dike. Piþtî demeke dirêj kariye ola xwe bi birayê Þapûrê yekem Perwîz û kurê wî Hurmûz bide pejirandin. Bi alîkariya Perwîz û Hurmûz vedigere welatê xwe. Bi alîkariya wan, Þapûr wî qebûl dike li hûzûra xwe. Bi vê rêyê Manî kariye ku baweriya xwe ya olî ji Þapûr re bibêje. 

Manî weke pêxemberên din, olên ku hene û yên rabirdû înkar nake. Hemû pêxemberan weke pêxember dibîne û dibêje, “ez berdewama we me”. Þapûr nêrînên Manî balkêþ dibîne û destûrê dide ku bi azadî ola xwe balav bike. Pêwîst e were gotin ku malbata Sasanî, yanî malbata Þapûr ji Kurdên Hewramanê ye. 

Þapûr ola wî qebûl nekiribe jî, di bin bandora Manî de maye û hiþtiye ku ola xwe ya nû li nav Împeretoriya Sasanî belav bike. Hem jî weke þêwirmendekî oldar gelek caran xwestiye ku Manî der barê pirsgirêkan de fikrê xwe bibêje. 

Manî, piþtî destûra Þapûr sî salî, di dema Þapûrê yekem û Hurmûzê yekem de hizir û ramanên xwe belav dike. Di nav wan salan de alîgirên ola Manî zêde dibin û kesên bijartî ango qasidên xwe þandine welatên derdorê jî. Hem li deverên di serweriya bin Împeretoriya Sasanî de û hem jî li nav gelên derdorên Împeretoriya Sasanî de bandora ola Manî belav dibe. 

Ev ola ku li Kurdistana derdikeve, bi þêweyekî zû hem ber bi rojhilat ve û hem ber bi rojava ve belav dibe. Ola Manî bi rojava ve heta Atlantîkê, bi rojhilat ve jî heta Pasîfîkê belav dibe. 

Lê herî zêde li cihê ku ji dayîkbûyî, li nav gelên di nav sinorê împaratora Sasanî de - Tacikistan, Kazaxistan, Ozbegistan, Qirxizistan, Afganistan, Pakistan rojavayê Hîndistan, Kurdistan, Anatoliya û Mezopotamya jî dihewand- bi pêþ dikeve û ji wir ber bi rojhilat û rojava ve diçe. 

Li Çînê, Uyguristan,Tîbet, Moxolistan û Taywanê heta sedsala 13´an hebûna xwe didomîne. Bi rojava ve jî li Bakurê Efrîka, Spaniya, Fransa, Îtalya û li Balkanan zêdeyî hezar salî bandora xwe dewam dike. 

Manî yekê Sibatê li ser fermana Behramê kurê Þapûr tê girtin. Li bîst û þeþê Sibata du sed û heftê û þeþan li bajarê GundîÞapûr tê kuþtin. 

Behram û þêwirmendên wî ji bona ku çavên gel û bawermendên Manî bitirsînin, piþtî ku dikujin, wî post dikin, postê wî tijî ka dikin û bi deriyê bajêr ve dadileqînin. Laþê wî jî qetqet dikin û her beþekî laþê wî bi deriyekî bajêr ve dadileqînin. Ez ê di nivîsa xwe ya bê de behsa prensîpên ola Manî pêxember bikim. 




731
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA

Yazarýn Tüm Yazýlarý: