Diyarkirina çarenûsê

LUQMAN GULDIVÊ
Mirov bi gelek xisletên xwe mirov e. Yek ji van xisletan ku diyarker e, ixtiyara mirovî ye. Ango ew behremendiya mirovî ya bijartinê û nexasim jî bijartina rêyên li pêþiya xwe, tercîhên elaqedarî reng û awayê jiyana mirovî ya civakî; xulase bijartina çarenûsa mirovî, mirovî ji ruhberên din cihê dike. Ev di asta civakî de jî wisa ye, êdî ev civaka gundekî be, taxekê be, eþîrekê be, miletekî be jî xwedî heman îhtîmama wateya insanî ye.
Di asta hiqûqa navneteweyî de, ev xislet û behremendiya mirovî, di encama berxwedan û têkoþînên qewm, milet û hindikahiyên cihê de weke mafê diyarkirina çarenûsa xwe hatiye bicihkirin. Lê belê ev jî di çarçoveyeke sînordarkirî, tercîhkêmkirî û yekrengkirî de hatiye terîfkirin. Ango mesele daketiye di çarçoveya sîstemên dewletdar ên heyî de biryara xweserî û xwerêveberiyên di ast û qonaxên cihê de dayînê.
Bi her halî bi vî rengê xwe jî ev mafekî rewa yê her civakê ye. Ango dema miletek, neteweyek bixwaze di vê çarçoveya teng de jî biryarê bide ka ew dixwaze reng û asta xweserî û xwerêveberiya wî ya di sîstema heyî ya dewletdar de çi be, ev mafekî wî yê rewa û heq e.
Meseleyeke din li vir ew e ku li Baþûrê Kurdistanê bi referandûma pêþtêdîtin 25'ê Îlonê bête lidarxistin, gaveke hiqûqî nayê avêtin, lewma qanûnên hiqûqa navneteweyî di vî warî de lihevkirineke bi hikûmetên navneteweyî re ferz dikin. Dîsa jî ev ê tercîha Kurdên Baþûr di navbera du rengên xwerêveberiyê de diyar bike ku gelekî muhtemel e ku ev jî serxwebûn be. Encameke wê ya yekser a hiqûqî nebe jî ev girîng e.
Li Rojava jî xwe dide der, minaqeþeyên xwerêveberiyeke dewletdar a serbixwe li gelek qonaxan û peywendan de tên minaqeþekirin. Cudatiya Rojava ew e ku wî sinorê teng ê "diyarkirina çarenûsa xwe" hildipekîne, jê dibihûre: ew xwerêveberiyeke li ser esasên demokrasiya civakî jî di heman demê de bi pêþ dixe û tetbîq dike. Ji ber vê jî ew gotara diyarkirinê dewlementir dike.
813
YENÝ ÖZGÜR POLÝTÝKA